YE gef li Tirkiyê xwar wê sizayên giran li dij wê bikar bîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i326676-ye_gef_li_tirkiyê_xwar_wê_sizayên_giran_li_dij_wê_bikar_bîne
Serokê Konseya Ewropayê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de, dîsa Tirkiye bi mueyîde û cezayên pêşgiriyê tehdîd kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 29, 2021 20:08 Asia/Tehran
  • YE gef li Tirkiyê xwar wê sizayên giran li dij wê bikar bîne

Serokê Konseya Ewropayê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de, dîsa Tirkiye bi mueyîde û cezayên pêşgiriyê tehdîd kir.

Li gor IRIB NEWSê ji Enqerê, Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel bi minasebeta 40-emîn salvegera endambûna Yewnanîstan di nav Yekîtiya Ewropayê de li Atînayê hişyarî da Enqerê û got ku ger Enqere guh nede pîvan û berjewendiyên Ewropî, dê ceza û bikaranîna tedbîrên bergiriyê li dijî Tirkiyê werin bikaranîn.

Charles Michel bal kişand ser nakokiya di navbera kiryarên Tirkiyê yên li Lîbya, Qafqasya û Rojhilata Navîn bi berjewendiya Yekîtiya Ewropî re û tekez kir ku YE dê bilez hemî amûr û vebijarkên heyî bikar bîne da ku helwêst û kiryara Tirkiyê rawestîne û baştir bike.

Tirkiye ji sala 1999 û vir ve hewl dide ku bibe endamê Yekîtiya Ewrop, û her çend danûstandinên pejirandin û qebûlkirina endametiya Tirkiyê ji 2005-an ve didome jî, endamên YE ji ber siyasetê nedemokratîk û binpêkirinên mafên mirovan bi taybvetv ên kêmnetewên wekî kurdan û mudaxileyên vî welatî li karûbarên welatên din, dijî endamtiya Enqerê ne.