May 27, 2021 19:25 Asia/Tehran
  • Erdogan hêvî dike ku têkiliyên bi Amerîkayê re berfirehtir bike

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ji bo berfirehkirina têkiliyên bi Amerîkayê re hêvîdar e.

Di axivtinekê de Erdogan li ser hevpeymaniya wan ya ligel Amerîkayê got “Ez di wê bawerê de me ku hevdîtina me ya ligel birêz Biden a di lûtkeya NATOyê de dê bibe destpêka serdemeke nû. Ji bo ku em li gel Amerîka bigehin armanca 100 milyar dolar qeberaya bazirganî, hewcedariya me bi nêrîneke di çarçoveya rêzgirtin berjewendiyên hevpar û nirxan de heye.”

Biryar e Erdogan û Biden di 14ê Hezîrana bê de li rex Civîna Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) li Brukselê, Belçîka bicivin.

Têkiliyên Tirkiyê û Amerîkayê ji ber kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 û piştre jî ji ber bi fermînaskirina jenosîda ermeniyan ji aliyê  serokomarê Amerêkayê Joe Biden aloz û sar bûne.

Serepeyv