May 24, 2021 10:27 Asia/Tehran
  • Saît Dede: Kurd di nav zeviyên xwe de têne kuştin

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Sait Dede tekîldarî êrişên hêzên Tirkiyê yên li ser sînorê Tirkiye û Herêma Kurdistanê li dijî xelkê got: “Rast e gelek caran sivîl li ser sînor têne kuştinê, lê hinek caran jî di nav zeviyên xwe de têne kuştin.”

Li gorî nûçeya Rûdawê, Parlamenterê HDPê yê Colemêrgê Saît têkildarî kuştin û birîdarkirina sivîlan li ser sînorê Tirkiye û Herêma Kurdistanê axivî.

Saît Dede diyar kir ku navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê li ser sînorê  Tirkiye û Herêma Kurdistanê ye û sînor jî têne royeke firehiya wê 10-15 metre ye û ji sedî 70-80 nîştecihên Rûbarokê di heman demê de hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ne û got: “xelkê deverê ligel xelkê Herêma Kurdistanê mirovên hev in, lewma her ji dîrokê ve çûn û hatina wan a ba hev zêde ye.”

Saît Dede da zanîn ku hemû deverên navçeyê, ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, hate qedexekirin û leşkerên wî welatî, her der dorpêç kirine û ev yek bandoreke xirab li ser derfetên kar ên bo aboriya xelkê deverê dike. Dede herwiha amaje bi wê yekê kir ku hilberîn û weberhênanên pîşesaziyê yên aborî ku malbat debara xwe pê  bikin tune, di bin mercên weha de bazirganiya sînor ji bo malbatan neçar dike û got: “Her der hatine qedexekirin û mirov nikare her di nav zeviya xwe de û nikare karekî jî bike. Lewma car caran xelkê Rûbarokê derbasî aliyê Herêma Kurdistanê dibe bo xwe hinek tiştan tîne wek çay, şekir û cixare.”

Dede eşkere kir di heyama du salên dawiyê de 4 kes li ser sînor hatine kuştin, lê xelkê deverê ne tenê li ser sînor carna jî dûrî sînor di nav erdê xwe de jî tenê kuştin û got: “Herî dawî ciwanê me yê 18 salî Mehmet Dinç li nav zeviya xwe dema li ber pêz bû leşkerên Tirkiyê ew kuşt. Leşkerên Tirkiyê dizane li wê derê malbat û kesên sivîl hene, pez hene û hatinûçûn dibe, lê dizanî bizanebûn ciwanên me dikujin.”

Parlamenterê HDPê bi bîr xist ku berî çend rojan du kesên xelkê kurd ê Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin birîndarkirin û wiha pê de çû: “Li ba Tirkiyê ti cudahî nîne çi Tirkiye an jî Herêma Kurdistanê be, ew bi eşkere dijmintiya Kurdan dike.”

Derbarê helwesta partiya wî ya têkildarî bûyeran de jî Dede got: “Çend bûyerên bi vî rengî rûdane me birine meclîsê me li ser axivîne û mafê xwe yê hiqûqî bi kar anîye, lê walî, qeyîm miqam, desthilatdar û hikûmet hemû wan diparêze, yan wan hîç ceza nake yan jî cezayeke gelek kêm dide wan. Leşker jî cesaretê ji vê yekê werdigrin.”

Roja 18ê vê mehê du ciwanên bi navên Şahap Şendol û Celîl Ekîncî li Rûbaroka ser bi Colemêrgê ve, li herêma dikeve ser sînorê Tirkiye Herêma Kurdistanê bi teqeya leşkerên Tirkiyê birîndar bûbûn.

Di encama teqekirina leşkeran de Şendolê 23 salî û Ekînciyê 17 salî birîndar bûbûn û bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatibûn veguhastin. Şendol piştî wergirtina çareseriyê ji nexweşxaneyê derketibû, lê ji bo Ekîncî ku birîna wî giran bû, neştergerî hatibû kirin.

Piştî vê bûyerê duh jî li gundê Îsyan ê ser bi Rûbarokê ve li Colemêrgê, ciwanê bi navê Mehmet Dînç bû armanca guleyên leşkeran û birîndar bû ku wî ciwanî pezê xwe diçerand.

 

 

Serepeyv