May 21, 2021 09:17 Asia/Tehran
  • Li binkeyên serbazî yên Êlih û Şirnexê li Tirkiyê teqînên hevdem

Li Êliha başûrê rojhilatê Tirkiyê dengê sê teqînên mezin hat bihîstin û hejmareke zêde ya ambulans û hêzên emnî ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin. Parêzgariya Êlihê jî daxuyanî li ser da. Herwiha li gor çavkaniyên xwecihî li Şirnexê jî binkeyeke leşkerî bi dronan hatiye armancgirtin.

Li gor zanyariyan dengê teqînan ji nêzikî navendeke firokeyên bêfirokevan a artêşa Tirkiyê li Êlihê bilind bûye û dengê gulleyan jî hatiye bihîstin.

Li gorî agahiyên ku rûniştvanên Êlihê li ser hesabên xwe yên tweterê belav kirine, ji aliyê balafirgeha leşkerî ya Êlihê 3 teqîn li ser hev rû dane û paşê jî bi qasî 5 xulekan dengê gullebaranê hatiye. Li heman cihî dengê wesayîtên agirkujiyê hatine bihîstin.

Parêzgariya Êlihê di daxuyaniyekê de ragihand ku îşev saet 23.10 bi 3 balafirên maket hewê hatiye dayîn ku êriş li dijî binkeyeke serbazî bê kirin.

Lê li gor wê daxuyaniyê, ew firokeyên maket hatine jinavbirin û ti ziyanek nebûye.

Li gor çavkaniyên xwecihî li dijî 23emîn Fermandariya Cendirme a li Şirnexê li başûrê rojhilatê Tirkiyê jî êrişeke bi dronan pêk hatiye û gelek teqîn di wê fermandariyê de çê bûne.

Li gor çavkaniyên xwecihî li herdu bajaran jî ji ber wan teqînên hevdem ên li binkeyên serbazî liv û tevgereke zêde ya ambulans û wesayîtên leşkerî heye.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî piştrast kir ku li Şirnex û Êlihê binkeyên serbazî hatine armanc girtin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê Binkeya Sîstemên balafirên bêpîlot(dron) a li Êlihê û 23emîn Fermandariya Piyade a li Şirnexê bi balafirên maket hatine armancgirtin “lê bi saya tedbîran ti ziyanek nebûye.”

Herwiha hatiye tekezkirin ku tedbîrên emnî yên li wan binkeyan hatine tundkirin.

Ev di demekê de ye ku berî du rojan jî li Amedê di binkeyeke asmanî ya artêşa Tirkiyê de teqîn çê bûbûn û PKKê berpirsyariya wan teqînan li xwe girtibû.

Serepeyv