Li Tirkiyê 223 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i326396-li_tirkiyê_223_kesên_din_bi_koronayê_canê_xwe_ji_dest_dan
Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 223 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 44 hezar û 983 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 18, 2021 05:45 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 223 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 223 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 44 hezar û 983 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 17ê Gulanê yên vîrûsa koronayê (KOVÎD-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 10 hezar û 174 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 923 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 127 hezar û 548 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 13 hezar û 864 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji KOVÎD-19ê rizgar bûne, gihiştiye 4 milyon û 961 hezar û 120 kesan.