May 15, 2021 20:47 Asia/Tehran
  • HDP: Kurdî divê zimanê perwerdehiyê be û hemî berbendên li ser riya çalakiyên têkildarî zimanê kurdî bên rakirin

HDP tevî rêzgirtina 15ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî careka din daxwaza qanûnîbûna perwerdehiya bi vî zimanî kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi weşandina postekê li ser rûpelên xwe yên torên civakî, 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevî pêgiriya li ser girîngiya parastina zimanê kurdî, nivîsiye: Parastina vî zimanê binirx erka me ye û bingeha têkoşîan me pêk tîne. Heta wê demê ku zimanê me azad nebe, nasname û bawer û hebûna me jî dê azad nebe. Zimanê kurdî wekî dareka mezin e ku koka wî di dîroka mirovahiyê da ye."

Alîgirên HDP û kurdên Tirkiyê jî bi weşandina van postan bi haştega #RoşanêKurdkîPîrozBo Roja Zimanê Kurdî pîroz kirin.

 

Serepeyv