"Erdogan" û "Putin" li ser rewşa Filistînê şêwirîn
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putîn derbarê alozî û şerê li Qudsê û deverên din ên Filistînê peywendiyeke telefonî encam dan.
Serokomarên Tirkiye û Rûsyayê di vê hevpeyvînê de li ser rewşa Filistînê axivtin û serokomarê Tirkiyê pêşniyaz kir ku hêzek navneteweyî li Qudsê bê bicihkirin ji bo “parastina sivîlên Filistînî.”
Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê de tekezî li ser wê hatiye kirin ku serokên herdu welatan li ser meseleya Qudsê hevnêrîn bûne û Erdogan baweriya xwe derbirî ku Tirkiye û Rûsya li Netewên Yekbûyî li ser van mijaran dê di nav “hevkariyeke nêzîk” de bin.
Herwiha li gor daxuyaniyê, Erdogan tekez kiriye ku hevnêrîniya Tirkiye û Rûsyayê li ser aloziyên li Qudsê dê “peyameke girîng” e be.
Erdogan herwiha xwest ku bila Konseya Ewlekariyê ya NY derbarê Rewşa Filistînê civînekê pêk bîne.
Ev çend roj in li Qudsê û şerîda Xezayê alozî û şer berdewam in û li gor amarên Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê di êrişan de heta niha 13 jê zarok bi kêmanî 43 filistînî şehîd bûne û herî kêm 300 kes jî birîndar bûne.