May 12, 2021 09:00 Asia/Tehran
  • HDP: Me komkujiya Reyhanliyê ji bîr nekiriye

Komîsyona Gel û Baweriyan ya Partiya Demokratîka Gelan (HDP) di 8emîn salvegera komkujiya Reyhanliyê de, bi daxuyaniyek nivîskî komkujî şermezar kir û got: “Me ev êş, ji bîr nekiriye û em ji bîr nakin.”

Cîgira Hevseroka Giştî û Berpirsê Komîsyona Gel û Baweriyan Tulay Hatimogullarî bi boneya 8emîn salvegera komkujiya Reyhanliyê daxuyaniyek belav kir.

Tulay Hatimogullarî dibêje: “Em di 8emîn salvegera  komkujiyê de, komkujiya Reyhanliyê şermezar dikin û kesên di komkujiyê de canê xwe ji dest dane, bi rêzdarî bi bîr tînin. Me ev êşa ku 53 can hatine qetilkirin û 155 kes jî birîndar bûne, ji bîr nekiriye û em ji bîr nakin.”    

Hatimogullarî di berdewamiya daxuyaniya xwe de eşkere kir ku komkujiya Reyhanliyê bedelek e  ku gelên deverê di encama siyaseta desthilata Tirkiyê ya şer ya derve de, daye û got: “Komkujiyeke senaryoya wê diyar e.”

Herwiha Hatimogullari diyar kir  ku hewl hatin dan navbera gelên deverê de gengeşî çêbibe û bi eşkere armanc ew bû ku di navbera Sunne û Elewiyan de rûbirûbûnan derxin û vê jî bikin beşek ji şerê Sûriyê.

Di dawiya daxuyaniya xwede jî Hatimogullarî bal kişand ser komkujiyên DAIŞ û El Nusra ku ev tenê ne bi Reyhanliyê sînordar in û got: “Di Komkujiyên Siruc, Dîlok û Enqerê de welat bû gola xwînê. Hevkariya desthilatê ya bi van rêxistinên reş re li Tirkiyê gelek êş iehand gelên deverê.”

Serepeyv