Joe Biden komkujiya Ermeniyan wek qirkirin bi navkir
Nîsan 24, 2021 22:17 Asia/Tehran
Serokê Amerîkayê Joe Biden, komkujiya Ermeniyana a ku di sala 1915’an de ji aliyê Osmaniyan ve pêkhatibû, bi fermî wek qirkirin(Jenosîd) bi nav kir.
Serokê Amerîkayê Joe Biden, di daxuyaniya bi boneya salvegera cinayet û bûyerên sala 1915’an weşand de, gotina qirkirin bi kar anî. Bîden, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, du caran peyva qirkirinê bi kar anî.
Bîden got; “Her sal em di vê rojê de kesên ku di dema Osmaniyan de di qirkirina Ermeniyan de jiyana xwe ji dest dane bibîrtinin û dilsoziya xwe nîşan didin, daku destûr nedin carek din ev zilm dubare bibin.”