Nîsan 24, 2021 13:23 Asia/Tehran
  • Biden û Erdogan bi telefonê hevpeyvînek pêk anîn

Serokomarê Amerîka Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan peywendiyeke telefonî encam dan.

Ev yekem peywendiya Biden e li gel Erdogan ku piştî destbikarbûna xwe wek Serokomarê Amerîkayê pêk tîne.

Koşka Spî ragihand, ku Joe Biden daxwaza çareserkirina nakokiyên di navbera herdû welatan de kiriye.

Koşka Spî diyar kir, ku Joe Biden di wê peywendiya telefonî de, daxwaza xwe ji bo hebûna peywendiyên erênî yên du alî û hemahengiya di navbera herdû welatan de nîşan daye û xwestiye ku nakokiyên di navbera herdû welatan de werin çareserkirin.

Herwiha Koşka Spî ragihand ku Joe Biden û Erdogan lihev kirine, ku di Lûtkeya NATOyê de, ku biryare di Hizêrana bê de were li darxistin, civîneke dualî encam bidin, ew jî ji bo gotûbêjkirina babetên herêmî û pirsgirêkên di navbera herdû welatan de ye.

Serepeyv