Biryar e îro Joe Biden ''komkujiya ermeniyan'' bi fermî nas bike
Wezareta Derve ya Amerîkayê duh ragihand ku pêşbînî dikin ku îro 24ê Nîsanê Serokê Amerîkayê Joe Biden bi fermî Jenosîda Ermenan nas bike.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Jalina Porter duh di civîneke çapemeniyê de eşkere kir: “Em dikarin sibe pêşbîniya wê yekê bikin ku Jenosîda Ermenan bi fermî ragihînin.”
Îro salvegera komkujiya ermenan e ku di sala 1915an de rûda. Ermen, dewleta Osmanî bi komkujiyê tawanbar dikin, Tirkiye jî vê yekê red dike.
Di bûyerên sala 1915an de zêde ji milyonek ermen hatin kuştin, Tirkiye wan bûyeran weke jenosîd nabîne û dibêje ku di çarçoveya berevaniya asayîşa niştimanî de bû.
Heta niha nêzîkî 30 welatan kuştina milyonek ermenan weke jenosîd nas kirine. Daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê di demeke wisa de ye ku şeva borî Serokê Amerîkayê Joe Biden pêwendiyeke telefonî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re encam da û “pêşvebirina pêwendiyên herdu aliyan” gotûbêj kirin.
Joe Biden û Erdogan lihev kirine, ku di Lûtkeya NATOyê de, ku biryar e di Hizêrana bê de were lidarxistin, civîneke dualî encam bidin, ew jî ji bo gotûbêjkirina babetên herêmî û pirsgirêkên di navbera herdû welatan de ye.