Nîsan 20, 2021 20:18 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu: Nikarin bersiva ‘128 mîlyar dolar li ku ye’ bidin

Li Tirkiyê serokê partiya mixalefeta sereke CHPê Kemal Kiliçdaroglu, di komcivîna partiya xwe da carekê din aqûbeta ‘128 mîlyar dolar’ rezerva pereyên Bankaya Navendî ji Serokkomarê Tirkiyê Erdogan pirsî.

Ev demekî dirêj e derbarê aqûbeta ‘128 milyar dolar’ rezerva pereyên ku Bankeya Navendî ya Tirkiyê di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de bi taybetî jî di navbera desthilat û mixalefetê de dibe sedema nîqaş û gengeşiyê. Serokê Partiya Komarî ya Gel CHPê Kemal Kiliçdaroglu, li Parlamenta Tirkiyê di komcivîna partiya xwe da axivî û got, “Wezîrê Xezîne û Darayî qebûl dike ku 128 mîlyar dolar hatiye firotin.” Her wiha parlamenterên CHPê jî bi maskeya, “128 mîlyar dolar li kû derê ye?” beşdarî civinê bûn.

 Serokê CHPê Kiliçdaroglu, hefteyên borî li Parlamentê, ji Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê aqûbeta 128 mîlyar dolarî da 5 pirs pirsîbûn û nîqaş bi vî awayî dest pê kiribû. Heta CHP bi pankartên ku pirsa aqûbeta vî pereyî dike bi avahiyên şaredariyên xwe ve daliqandibû, lê belê hikûmetê bi rêya dozgeriyê ev yek qedexe kir û bi vîncan ev pankartên CHPê ji avahiyên şaredarî û rêxistinên CHPê daxistibûn xwarê.

Serepeyv