Li Wanê qedexe 15 rojên din hat dirêjkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i325681-li_wanê_qedexe_15_rojên_din_hat_dirêjkirin
Li parêzgeha Wanê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê berî ku qedexe bi dawî bibe tê dirêjkirin. Li vû parêzgehê di çarçêva rewşa awarte ya nehatî ragihandin de careke din qedexeya xwepêşandan, meş û çalakiyên wiha bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 18, 2021 07:28 Asia/Tehran
  • Li Wanê qedexe 15 rojên din hat dirêjkirin

Li parêzgeha Wanê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê berî ku qedexe bi dawî bibe tê dirêjkirin. Li vû parêzgehê di çarçêva rewşa awarte ya nehatî ragihandin de careke din qedexeya xwepêşandan, meş û çalakiyên wiha bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.

Walîtiya Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî, eşkere kir ku li tevahiya bajêr hemû çalakî, meş û xwepêşandan hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniyekê Walîtiya Wanê, ji roja Duşemê 19ê Nîsanê 2021 heta 3yê Gulanê îsal, bo dema 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca parastina bingehên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, tedbîrên Coronayê û rêgirtin li her bûyereke din biryara qedexeya xwepêşandan û çalakiyên wiha hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji parêzgar û qeymeqam destûrê didin.