Kanadayê destûrîn firotina çekan bo Tirkiyê betal kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i325563-kanadayê_destûrîn_firotina_çekan_bo_tirkiyê_betal_kirin
Wezîrê karên derve yê Kanadayê qala betalkirina destûrên firotina çekan bo Tirkiyê ku sala borî hatibû rawestandin, kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2021 04:38 Asia/Tehran
  • Kanadayê destûrîn firotina çekan bo Tirkiyê betal kirin

Wezîrê karên derve yê Kanadayê qala betalkirina destûrên firotina çekan bo Tirkiyê ku sala borî hatibû rawestandin, kir.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Mark Garno wezîrê karên derve yê Kanadayê Duşemiyê 12ê Nîsanê bi daxuyaniyekê ragihand: Wezareta berevaniya neteweyî ya Kanadayê vekolandineka tam ji gişt destûrên firotinê yên rawestandî û pêbawer jibo kelûpelên leşkerî û teknolojîkî bo Tirkiyê pêk aniye.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Li pey vê vekolandinê ku şehediyên pêbawer ji teknolojiya kanadayî yta firotî bo Tirkiyê ku di şerê Qerebaxê da hatiye dîtin, îro ez betalkirina destûrên ku di payîza sala 2020î da hatibûn rawestandin, radigihînim.