Nîsan 10, 2021 23:25 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Îtalyayê: Erdogan dîktator e

Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi di derbarê krîza li pê rawestina Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Layen de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan wek berpirsiyar dît jê re got “dîktator.”

Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi li Romayê di civîneke çapemeniyê li ser krîza protokolê ya dema serdana Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen bo Enqerê axivî. Draghi ji ber krîza protokolê Tirkiyê sûcdar dike û Erdogan jî wek “dîktator” binav dike.

Mario Draghi di derbarê krîza protokolê de wiha got “Ez tevgera Erdogan a li hember Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê  Von der Leyen bi tundî napejirînim. Ez difikirim ku ev ne tevgerek rast e. Ez ji ber biçûkxistina ku von der Layê rûbirû maye xemgîn im. Çi dibe bila bibe bi van kesan re divê hûn bi wan re hevkariyê bikin, divê em nav lê deynin jê bibêjin dîktator. Gava mirov nêrîn û ramanên xwe anî ziman divê em rast bin.”

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Trikiyê jî li ser krîza protokolê wiha ragihandibû “li ser dxwaza Yekîtiya Ewropayê protokol bi vî awayî hat amadekirin. Me nedixwest daxuyaniyek bidin, lê tawanbarîyên neheq hene.”

Serepeyv