Nîsan 09, 2021 11:15 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Îtalyayê Erdogan wek 'Dîktator' bi nav kir

Maryo Diragî Serokwezîrê Îtalyayê wek berteka li hemberî biçûkkirina 'Ursula von der Leyen' Seroka Komîsiyona Ewropayê di gotûbêjên Enqerê da, Receb Teyib Erdoganê serokomarê Tirkiyê wek Dîktatorek da zanîn.

Li gorî rapora Sputnik'ê, Gotinên Diragî têkildarî reftarekê ye ku di gotûbêjên Enqerê digel 'Ursula von der Leyen' pêk hat û di dema destpêkirina gotûbêja sêalî navbera Erdogan, 'Ursula von der Leyen' û Çarlz Mîşil Serokê Konseya Ewropayê, tu kursiyek jibo 'Ursula von der Leyen' wek Seroka Komîsiyona Ewropayê nehatibû diyarkirin.

Diragî wek bersiva pirsekê derbarê 'Biçûkkirina' 'Ursula von der Leyen' di gotûbêjên çend rojan beriya niha li Enqerê, Erdogan wek Dîktator da zanîn.

 

 

Serepeyv