Nîsan 08, 2021 16:17 Asia/Tehran
  • Raporta Konseya Ewropayê: Herî zêde girtî li Tirkiyê ne

Li gor raporta Konseya Ewropayê, herî zêde girtî li Rûsyayê ne lê di nav welatên Ewropayê de li gor nifûsa xwe Tirkiye yekem e ku herî zêde kes di zindanan de ne. Li Tirkiyê xelk herî zêde bi tomet û tawana “teror”ê hatine girtin.

Konseya Ewropayê Rapora Amaran a Girtîgehan a sala 2020 aşkere kir ku ew raport li gor zanyariyên rêveberiyên 52 girtîgehan ên li 47 welatên endam hatiye amadekirin.

Li gor raportê hejmara girtiyên li zindanên welatên Ewropayê ji sala 2013an ve berdewam kêm bûye ku li gor amaran, li 51 girtîgehan bi giştî 1 milyon û 528 hezar û 343 girtî hene û li gor par ev hejmar bi rêjeya ji %1,7 kêm bûye.

Li gor raporta sala 2020, welatên ku herî zêde zindanî lê hene wek Tirkiye, Rûsya û Gurcistan hatine tomarkirin.

Her li gor raportê, li Rûsyayê 519 hezar û 618, Tirkiyê 297 hezar, Brîtanya 91 hezar û 870, Polonya 74 hezar, Fransa 70 hezar û 651, Almanya 63 hezar û 399, Îtalya 61 hezar, Spanya 58 hezar û 372 û li Ukraynayê jî 52 hezar û 609 kes di zindanan de ne.

Her çiqas li gor raportê Rûsya di rêza yekem de jî bibe di warê hejmara girtiyan de, lê Tirkiye li gor serjimariyê, di rêza yekem de cih digire ku herî zêde zindanî lê hene.

Jibilî welatên nifûsa wan ji 300 hezaran kêmtir e, kêmtirîn rêjeya zindaniyan jî li welatê Îzlanda hatiye tomarkirin ku ji 100 hezaran kesan 45 kes girtî ne. Finland jî di rêza duyem de hat bi 50 girtiyan ji 100 hezar kesan. Holand û Norveç jî bi 59 girtiyan ji 100 hezaran kesan di rêzbediya sêyem û çarem de tên.

Zanyariyên derbarê tomet û sedemên zindanîkirinê de jî cih digirin û li gor raportê her çiqas li gor welatan ciyawazî hebin jî bi giştî sedemên berçav jî wek tawanên ji ber “maddeyên hişbir, dizî, destdirêjî û tawanên din cinsî û kuştin û hewldana bo kuştinê” hatiye destnîşankirin.

Tirkiye di warê ceza û zindanîkirina bi tomet an jî tawana “teror”ê de, bi 29 hezar û 827 girtiyan û bi ciyawaziyeek zêde di rêza yekem de cih digire. Fransa bi 292 girtiyên bi tometa “teror”ê di rêza duyem û Spanya jî bi 209 girtiyên bi heman tometê di rêza sêyem de cih digire.

Serepeyv