Nîsan 08, 2021 09:49 Asia/Tehran
  •  Tirkiye: Di êrişa YPGê de 2 leşkerên me hatin kuştin 9 demjimêr berê

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, du serbazên artêşa wî welatî li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di encama êrişekê de hatine kuştin.

Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro li herêma Operasyona Çiqalê Zeytûnê anku herêma Efrînê, êrişî hêzên artêşa Tirkiyê kirine û di encama êrişê de 2 serbazên wan hatine kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kiriye, di pevçûnan de 3 şervanên YPGê jî hatine kuştin.

Li gor heman wezaretê, piştî êrişê artêşa Tirkiyê dest bi topbarankirina cih û pêgehên YPGê kiriye.

Derbarê mijarê de YPGê ti daxuyaniyek nedaye. Tirkiye gelek caran YPG bi encamdana êrişan li dijî hêzên xwe di nav axa Sûriyê tometbar dike, lê YPG piraniya caran ew îdiayên Tirkiyê red kirine.

Ajansa ANHA ya nêzîkî kurdên Sûriyê ragihandiye, artêşa Tirkiyê û komên çete yên ser bi vî welatî ve nahiyeya Şêrawa ya Efrînê û herêma Şehba li bakurê bajarê Helebê bi giranî topbaran dikin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihandiye, duh ji danê sibê ve li gundewarê rojavayê bajarê El Babê li rojhilatê Helebê, di navbera komên çete yên girêdayî Tirkiyê û hêzên Kurdî de şerekî dijwar destpê kiriye û herdu alî pêgehên hev borduman dikin.

Li gor heman çavkaniyê, balafirên bê pîlot ên Tirkiyê jî li esmanê herêmê geriyane. Rewangeha Sûrî herwiha diyar kir, têkildarî zirarên canî yên ji herdu aliyan ti aghiyeke piştrastkirî nehatiye bidestxistin.

Serepeyv