Adar 29, 2021 11:53 Asia/Tehran
  •  Bangewaziya demîrtaş jibo tevlîbûna li kampanyaya fermîbûna zimanê Kurdî

Selahedîn demîrtaş bi weşandina twittekê gişt jibo tevlîbûna li kampanyaya fermîbûna zimanê kurdî vexwendin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Selahedîn Demîrtaş hevserokê berê yê HDPê bi weşandina twittekê, ji gel xwest ku tevlî kampanyaya daxwaza jibo fermîbûna zimanê kurdî bibin.

Demîrtaş nivîsî: Çerkesî, Bosniyayî (Boşnaq), Bulgarî, Obîx (ji zimanên qefqazî) û Kurdî gişt zimanên zikmakî yên xweşik in; Gişt hêjayî rêzgirtin, azadî û garantiya qanûnî ne. Ev kampanyayek jibo zimanê Kurdî ye, Ez hêvîdar im ku piştgiriyê lê bikin.

Ev kamnpanya ji aliyê Komîsiyona Ziman a pêkhatî ji Tora Çand û Zimanê Kurdî hevrê digel 9 partiyên siyasî di 21ê Sibata 2021ê da hat damezirandin.

 

 

Serepeyv