Civîna Yekîtiya Ewropayê bi beşdariya Joe Biden / Tirkiye di bin hûrbîniya Ewropayê da
Di civîna îro Pêncşemiyê ya Yekîtiya Ewropayê da, 27 welatên endamê vê yekîtiyê dixwazin Enqerê heta Hezîranê derbarê mijara maf û azadiyan bixin bin çavdêriyê.
Li gorî rapora ISNAyê, Şaril Mîşêl Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê di vexwendinnameyên civîna Ewropayê da ragihandiye: Ewropî dixwazin piştî salekê kêşeya tev Tirkiyê pêwendiyên xwe bi vî welatî ra baştir bikin, lê ew dê şêwaza hêdî hêdî, bi merc û vegerbar bibijêrin.
Dîplomatekî ewropî her wiha ragihand ku biryardana derbarê Tirkiyê bo meha Hezîranê hatiye paşdaxistin û roja duyem a civînê di roja Îniyê da dê kurt be.
Beşdariya Joe Biden Serokomarê Amerîkayê di vê civînê da, dê peyameke hevpar a qahêm bo serokomarê Tirkiyê be.
Antonî Blînken wezîrê karên derve yê Amerîkayê di axaftina xwe di civîna NATOyê da gotibû ku ji her kesî ra aşkira ye ku navbera Waşîngton û Enqerê hin nakokî hene.