Blinken: Em dixwazin ligel Tiriyê hevkariya li dijî terorê bidomînin
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku ew dixwazin bi Tirkiyê re hevkariya têkoşîna dijî terorê bidomînin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Tirkiyê îro Çarşemê 24ê Adara 2021ê di çarçoveya civîna wezîrên derve yên endamên NATOyê li Brûkselê de civiyan.
Ji destpêka rêveberiya Joe Biden ve cara yekem wezîrên derve yên Tirkiye û Amerîkayê rûbirû hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtina herdu wezîrên derve yên Amerîka û Tirkiyê de mijarên Sûriye, Libya, Rojhilatê Derya Spî, sistema S-400 Rûsî hat gotûbêjkirin.
Li gorî medya Tirkiyê Çavuşoglu daxwazên xwe yên bo têkoşîna dijî PKK û Cemaeta Fetullah Gulen pêşkeşî Blinken kirin.
Ji aliyê din ve Antony Blinken jî li ser hesabê xwe yê twitterê peyamke weşand û diyar kir ku ji bo civîna wezîrên derve ya NATOyê çûye Brukselê û li wê derê bi Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinek pêk anî.
Blinken nivîsandiye: “Em dixwazim ku bi Tirkiyeya hevalbenda me ya NATOyê re hevkariya têkoşîna dijî terorê bidomînin."
Blinken di hevdîtinê de herwiha got ku piştgiriyê didin hevdîtinên di navbera Tirkiye û Yûnanê de û ew di heman demê de girîngiyê didin demokrasiyê û mafên mirovan.