Adar 24, 2021 10:45 Asia/Tehran
  • Blinken: Ne tişteke veşartî ye nakokiyên me ligel Tirkiyê hene

Wezîre Derve yê Amerîkayê Antony Blinke ragihand ku tiştek veşartî nîne ku nakokiyên wan li gel Tirkiyê hene.

Wezîrên derve yên welatên endamên NATOyê duh Sêşemê 23yê Adara 2021ê li Brukselê civiyan û beriya civînê jî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û her wiha Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di panêleke vekirî de axivîn.

Antony Blinken di derbarê Tirkiyê de diyar kir ku tiştekî veşartî nîne ku nakokiyên wan li gel Tirkiyê hene, bi taybetî jî di derbarê mûşekên S-400 û destwerdanên Tirkiyê yên li Deryaya Spî.

Blinken diyar jî kir ku bêguman Tirkiye ji bo wan hevpeymanekî girîng e, mayîna Tirkiyê ya di nava NATOyê de di berjewendiya NATOyê û Tirkiyê bixwe de ye jî.

Wezîre Derve yê Amerîkayê Antony Blinke wiha got: “Ne tiştekî veşartiye ku nakokiyên me li gel Tirkiyê hene, bi taybet derbarê S-400 û deswerdanên wê li   Rojhilatî  Deryaya Spî, her wiha ne tiştekî veşartiye ku Tirkiyê hevpeymaneke girîng e ji bo me û ji berjewendiya me ye ew di NATO de dê bimîne herwiha ji berjewendiya wê ye jî. Niha NATO ji bo çareserkirina wan nakokiyan kar dike bi taybet li Rojhilatî Deryaya Spî , ev tiştekî nerêniye   divê em berdewam bin li ser herwiha em rijdin li ser  wê yekê kar bikin.”

Biryar e Wezîre Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di Lûtkeya NATOyê de bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîre Derve yê Yunanê Nikos Dendias re bicive.

Di navbera Tirkiyê û amerikayê de gelek nakokî hene lê tu yek ji wan weke mûşekên S-400an têkiliyan hewqas xerab nekiribû. Ji ber vê yekê Amerîka di çarçoveya Qanûna Têkoşîna li dijî Dijminên Amerîkayê (CATSA) dorpêçan li ser Tirkiyê sepande.

Serepeyv