Derxistina 2700 terorîstên biyanî ji nav Tirkiyê
Adar 22, 2021 16:37 Asia/Tehran
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îdia dike ku ji sala 2019an vir ve du Hezar û 764 terorîstên biyanî ji welêt hatine derxistin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, ev kesana welatiyên 67 welatan in, ji vana 66 terorîstên bi hemwelatiya Fransî, 57 bi hemwelatiya Almanya, 22 Hollandî, 14 Swêdî û 7 jî bi hemwelatiya Swîsreyê di vê heyamê de vegeriyan welatên xwe.
Enqerê berê bi hevkariya endamên koma terorîst a DAIŞ hatibû tawanbar kirin û nefta ku vê koma terorîst dji Sûriyê û Iraqê didiziya difirote Tirkiyê.