Adar 22, 2021 15:50 Asia/Tehran
  • Demîrtaş daxwaza pêdaçûnê ji HDPê dike

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ji medya biyanî re axivî û behsa hewlên daxistina HDPê û armancên li pey vê yekê kir û  tekez kir, “Hewla girtina HDPê êrişek e li dijî hemû opozisyonê.” Demîrtaş herwiha got, divê HDP jî pêdaçûnekê bike.

Selahattîn Demîrtaş ragihand, Serokkomarê Tirkiyê dixwaze bi rIya daxistina HDPê bi awayekî ne qanûnî, di hilbijartinên bê de li wî welatî serkeftinê bidest bixe.

Li gor gotina Demîrtaş, sedema sereke ya daxistina HDPê, ji bo serkeftina Hevpeymaniya Cumhur e di hilbijartinên bê de.

Derbarê hewlên girtina HDPê de Demîrtaş dibêje, ew tometên ku HDP pê tê tometbarkirin, ne bes in ji bo ku bê qedexekirin û hêviya xwe tîne ziman ku Dadgeha Destûrî “piştevaniya wê miameleya ne beraqil neke û wê keysê red bike”.

Serepeyv