Adar 22, 2021 10:36 Asia/Tehran
  • Ji ber teqînekê li Şirnexê 2 zarokan canê xwe ji dest dan

Li navçeya Qilaban a Şirnexê li başurê rojhilatê Tirkiyê teqînek çê bû û di encamê de 2 zarokan canê xwe ji dest dan.

Duh Yekşemê, 21/03/2021, di demjimêrên piştî nîvro de li gundê Yekmalê yê ser bi navçeya Qilabanê ve li parêzgeha Şirnexê, teqînek çê bû.

Çavkaniyek taybet ji wî gundî ji Rûdawê re ragihand, cihê ku teqîn lê çê bûye ji gund ne dûr û nêzikî qereqolê ye.

Li gor gotina wî çavkanî teqemeniyek ku hêj cûreya wê nehatiye zanîn teqiyaye.

Heman çavkaniyê diyar kir ku di encama teqînê de herdu zarokên bi navên Yusuf Ata yê 15 salî û Caner Sak ê 16 salî  li cihê bûyerê birîndar bûn û bo Nexweşxaneyê Dewletê ya Şirnexê hatin veguhestin. Lê herdu zarok tevî hewldanê bijîşkî ji mirinê rizgar nabin.

Serepeyv