Daketina nirxê Lîreya Tirkiyê li hember dolar rekor şikand
Adar 22, 2021 09:22 Asia/Tehran
Şeva borî nirxê Lîreya Tirkiyê li hember Dolarê Amerîkî bi awayekî berçav daket û her dolareke amerîkî bi 8.40 Lîreyên Tirkî hat firotin.
Duh her dolareke Amerîkî li hember Lîreya Tirkî 7.22 bû, lê şeva borî piştî ku bazara Asyayê ve bû gihîşt 8.40 lîreyê Tirkî. Eva tê vê wateyê ku ji duh heya demên şevê Lîreya Tirkî %16.2 nirxe xwe ji dest daye.
Herwiha ji destpêka îsal (2021) ve heta niha Lîreya Tirkî %20 buhayê xwe li hember dolarê amerîkî ji dest daye.
Pisporên darayî û aborî, bilindbûna rêjeya enflasyonê li Tirkiyê weke sedemên sereke yên daketina nirxê Lîreya Tirkiyê li hember pereyên biyanî û bi taybet dolarê amerîkî dibînin.