Amerîka: Xistina parlamenteriya Gergerlîoglû weke ‘têk birina demokrasiyê’ li Tirkiyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i325000-amerîka_xistina_parlamenteriya_gergerlîoglû_weke_têk_birina_demokrasiyê’_li_tirkiyê_ye
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê xistina parlementeriya Omer Gergerlîoglû yê HDP’î û vekirina doza girtinê ya li HDP’ê weke “bi awayekî neheqî vîna hilbijêr tune hesibandin” û “têk birina demokrasiyê” bi nav kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2021 12:11 Asia/Tehran
  • Amerîka: Xistina parlamenteriya Gergerlîoglû weke ‘têk birina demokrasiyê’ li Tirkiyê ye

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê xistina parlementeriya Omer Gergerlîoglû yê HDP’î û vekirina doza girtinê ya li HDP’ê weke “bi awayekî neheqî vîna hilbijêr tune hesibandin” û “têk birina demokrasiyê” bi nav kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Ned Price di daxuyaniya weşandî de têkildarî xistina parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ev tişt got: “Gavên weke xistina parlementeriya Omer Gergerlîoglû ya di 17’ê Adarê de ku bi fikar in û bûyerên din ên li Tirkiyê em ji nêz ve dişopînin.”

Price diyar kir ku pêvajoya têkildarî girtina HDP’ê jî ji nêz ve dişopînin û ev gav weke “bi awayekî neheqî vîna hilbijêr tune hesibandin” û “têk birina demokrasiyê” bi nav kir. Berdevk Price di daxuyaniya xwe de ev bang li Tirkiyê kir: “Em bang li hikumeta Tirkiyê dikin ku ji azadiya îfadeyê re rêz bigire, li gorî berpirsyartiyên xwe yên navneteweyî û qanûna bingehîn tevbigere.”