Erdoxan li hesreta telefonekê ji aliyê Biden va ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i324972-erdoxan_li_hesreta_telefonekê_ji_aliyê_biden_va_ye
Associated Pressê nivîsî: Receb Teyib Erdogan ku hema wisa li benda telefonekê ji aliyê sserokomarê Amerîkayê va ye, awayê axaftina dijî Amerîkayê û welatên rojavayî bi hêviya baştirkirina têkiliya digel Cîhana Rojava nemaze Amerîkayê hêdîtir û nermtir kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2021 05:41 Asia/Tehran
  • Erdoxan li hesreta telefonekê ji aliyê Biden va ye

Associated Pressê nivîsî: Receb Teyib Erdogan ku hema wisa li benda telefonekê ji aliyê sserokomarê Amerîkayê va ye, awayê axaftina dijî Amerîkayê û welatên rojavayî bi hêviya baştirkirina têkiliya digel Cîhana Rojava nemaze Amerîkayê hêdîtir û nermtir kiriye.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Du meh ji rûniştina Joe Biden li ser textê serokomartiya Amerîkayê derbas bûne; Lê serokomarê Amerîkayê heta niha bi Erdogên ra tu têkiliyek negirtiye.

 

Ev di halekî da ye ku di serdema Donald Trumpê serokomarê berê da her cara ku Erdogên bixwesta, dikarî pê ra bikeve têkiliyê an daxwaza serpişkî û puenan bike.

Li gorî rapora Associated Pressê, Vê sersariya Biden li hemberî Erdogên, nîgeraniyeke zzehf li Tirkiyê pêk aniye.