Adar 16, 2021 23:09 Asia/Tehran
  • Stoltenberg: Nêrînên me û Tirkiyê gelek jihev dûr in

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg dibêje, bîr û raya wan û ya Enqerê gelekî ji hev dûr in.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li Parlamentoya Ewropa axivî û got, di navbera Tirkiyê û NATOyê de, li ser sîstema mûşekî ya S-400 û mafên demokratîk bîr û rayên yekcar dûrî hev hene.

Sekreterê NATO got, ew ji ber çalakiyên Tirkiyê gelekî aciz in, wî ew aciziya xwe jî eşkere kiriye. Pirsa Rojhilatê Deryaya Spî, kirîna S-400an ji Rûsya û pirsa lawaziya mafên demokratîk li Tirkiyê dihêle ew dûrî hev bikevin.

Li gorî Stoltenberg, dê herdem pirsgirêkên wiha di nava her 30 endamên NATO de heb in ji ber ku her yek xwediyê dîrok, erdnîgarî û siyaseteke cuda ye.

Heftiya li pêş dê Wezîrên Derve yên endamên NATO bo cara yekemîn li Brukselê li gel nûnerên rêveberiya Joe Biden bicivin.

Piştî ku Tirkiyê sîstema dije mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê kirî, di navbera wê û NATOyê de alozî derketin. Rêveberiya Amerîka, di meha Kanûna derbasbûyî de dorpêç li ser Tirkiyê danîn û 4 kesayet xistin lîsteya cezayan de.

Serepeyv