Kiryarên Tirkiyê NATO xistiye nav fikaran
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i324942-kiryarên_tirkiyê_nato_xistiye_nav_fikaran
Sekerterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg fikarên xwe yên derbarê kiryarên dewleta Tirkiyê de anî ziman.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 16, 2021 10:32 Asia/Tehran
  • Kiryarên Tirkiyê NATO xistiye nav fikaran

Sekerterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg fikarên xwe yên derbarê kiryarên dewleta Tirkiyê de anî ziman.

Stoltenberg ji nûnerên Parlemana Ewropayê re got: Koalîsyona NATO derbarê biryara dewleta Tirkiyê ya ji bo kirîna mûşekên S-400 ji Rûsyayê û rewşa mafên mirovan li vî welatî, nakokiyên cidî hene.

Dewleta Tirkiyê ji ber siyasetên xwe yên di deryaya Spî û dagirkirina Sûriye, Lîbya û Qerebaxê, bi tenê li qadê ma û NATO ji ber van siyasetan bi hêrs e.