Rûsiye: Tirkiye dê kirrîna S400ê bidomîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i324852-rûsiye_tirkiye_dê_kirrîna_s400ê_bidomîne
Serokê Ajansa hevkariyên Berevaniyê ya Rûsiyê hêvîdarî kir ku Tirkiye tevî hebûna zextên Amerîkayê teslîm nebe û kirrîna S400ê bidomîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 13, 2021 12:48 Asia/Tehran
  • Rûsiye: Tirkiye dê kirrîna S400ê bidomîne

Serokê Ajansa hevkariyên Berevaniyê ya Rûsiyê hêvîdarî kir ku Tirkiye tevî hebûna zextên Amerîkayê teslîm nebe û kirrîna S400ê bidomîne.

Li gorî rapora ISNAyê, Dmîtrî Şogayêv, Serokê Ajansa hevkariyên Berevaniyê ya Rûsiyê bi gotina vêya ku Amerîkayê bi her şêwazekê li dijî dabînkirina Pergalên Berevaniya Mûşekî ji aliyê her welatekî va ye, got: Tevî hebûna van pirsgirêkan, Tirkiye hema wisa di mijara kirrîna Pergalên berevaniya mûşekî ya S400ê da ku mesleeya ewlehiya neteweyî ye, ciddî ye.

Wî got: Mosko bi çarç an pênc welatan ra derbarê S400ê di halê gotûbêjê da ye û jibo firotina Pergalên berevaniya Mûşekî ya Pantsîrê jî bi 10 welatan ra dişêwire.