Adar 10, 2021 09:24 Asia/Tehran
  • Parlemanterê veqetyayî ji partiya Saadetê Cîhangîr Îslam derbasî CHPê bû

Parlamenterê Stenbolê Cîhangîr Îslam yê ku ji Partiya Saadetê îstîfa kiribû derbasî Parttiya Komarî a Gel (CHP) bû.

Parlamenterê Stenbolê Cîhangîr Îslam sala borî ji Partiya Saadetê veqetiyabû û duh derbasî CHP bû.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di Civîna Komê ya Parlemanê de rozeta CHPê bi Cîhangîr îslam ve danî.

Bi derbasbûna Îslam ve di parlamana Tirkiyê de hejmara parlamenterên CHP gihîşt 136 kesan.

Îslam di hilbijartinên 2018an de di listeya CHPê de bûbû berbijêr û wek parlamenterê Stenbolê hatibû hilbijartin, piştre derbasî Partiya Saadetê bû.

Cîhangîr Îslam di 4ê Adara 2020an de ji ber rêbaz û cudatiya ramanan ji Partiya Saadetê îstîfa kiribû.

Serepeyv