Adar 04, 2021 09:08 Asia/Tehran
  • Asta Zamê li Tirkiyê gihîşte sedî 15

Asta zama salê li Tirkiyê ssedî 15.61 hat ragihandin.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji Enqerê, Rêxistina Estatîstîkê ya Tirkiyê roja Çarşemiyê asta zama (înflasiyon) Sibatê li vî welatî pêka Sibata sala 2020î wek 0.91 % û asta Zama salê ya heta dawiya Sibata 2021ê 15.61 % da zanîn.

Li gorî rapora Rêxistina Estatîstîkê ya Tirkiyê, Ji 415 kelûpelên heyî di selika Kelûpel û xizmetan da, bihayê navgîn 117 berheman kêm bûye, bihayê navgîn ê 35 kelûpelan neguheriye û bihayê navgîn ê 263 kelûpelan zêde bûye.

 

Serepeyv