Tirkiye çekên xwe yên herî nûjen dide Komara Azerbaycanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i324488-tirkiye_çekên_xwe_yên_herî_nûjen_dide_komara_azerbaycanê
Tirkiye û Komara Azerbaycanê lihevkirinên nû derbarê hevkariyên leşkerî û firotina çekan wajo kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 28, 2021 10:38 Asia/Tehran
  • Tirkiye çekên xwe yên herî nûjen dide Komara Azerbaycanê

Tirkiye û Komara Azerbaycanê lihevkirinên nû derbarê hevkariyên leşkerî û firotina çekan wajo kirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê malpera T24ê, Ilham Eliyov serokê Komara Azerbaycanê bi wajokirina lihevhatineke nû gotiye: "Li gorî vê lihevkirinê, çekên herî nûjen ên berhemhatî li Tirkiyê dê bo Komara Azerbaycanê bên anîn. Em ê modeleke biçûk ji artêşa Tirkiyê li Azerbaycanê çêbikin. Modela leşkerî ya Tirkiyê,  modela herî baş jibo me ye."