Li Mêrdînê - Ji bo xezîneyê Tirbeya Tuba Hatûn a 700 salî hat rûxandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i324422-li_mêrdînê_ji_bo_xezîneyê_tirbeya_tuba_hatûn_a_700_salî_hat_rûxandin
Tirba Tuba Hatûn a li Artûklûyê ji aliyê kesên li xezîneyê digerin ve hat rûxandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 26, 2021 04:56 Asia/Tehran
  • Li Mêrdînê - Ji bo xezîneyê Tirbeya Tuba Hatûn a 700 salî hat rûxandin

Tirba Tuba Hatûn a li Artûklûyê ji aliyê kesên li xezîneyê digerin ve hat rûxandin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Tirbeya Tuba Hatûn a li navçeya Artûklûya Mêrdînê ji aliyê kesên li xezîneyê digerin ve hat rûxandin. Tirba ku li taxa Medresê ye û cihê geştiyariya turîzmê ye deriyê wê hatin şikandin û gor hatiye rûxandin. Kesên li xezîneyê digerin zirar dane cihê nav lê nivîsandiye û rûbera li ser tirbê. 

BANGA PARASTINA CIHÊN DÎROKÎ KIR

 Ji şêniyên taxê Metîn Kiliç anî ziman ku tirbe nêzî 700 salî ye û cihê tirbe lê ye nayê parastin û beriya niha jî ew kesên li xezîneyê digerin tirb rûxandin e. Kiliç destnîşan kir ku tirbeyên din jî yên li bajêr bûye armanca kesên li xezîneyê digerin û bang li Miduriyeta Giştî ya Weqfan kir ku ji bo parastina tirbe û cihên dîrokî bikevin nava tevgerê.