Sibat 23, 2021 20:52 Asia/Tehran
  • Gergerlîoglu: Ez dev ji gotina rastiyê bernadim

Dadgeha Bilind a Tirkiyê derbarê parlamenterê HDPê yê Kocaelîyê Omer Faruk Gergerlîoglu de bi îddîaya ku “Propagandaya terorê kiriye” 2 sal û 6 meh sizayê zindanê birî.

Dadgeha Bilind a Tirkiyê derbarê parlamenterê HDPê yê Kocaelîyê Omer Faruk Gergerlîoglu de bi îddîaya ku “Propagandaya terorê kiriye” 2 sal û 6 meh sizayê zindanê birî. Piştî ku ev biryar di Lijneya Giştî ya Parlemenê de hat xwendin, parlamenteriya Gergerlîoglu dê betal bibe.

Li ser vê biryarê Omer Faruk Gergerlîoglu li parlemanê daxuyaniyek belav kir û got: “Ev biryar bi temamî siyasî ye û tekane armanc bêdengkirina min e.”

Gergerlîoglu got: “Ev têkoşîn ne bi tenê têkoşîna min e. Ev, têkoşîna hemû mazlûmên ku di warê mafên mirovan de rastî neheqiyê hatine ye. Belê sizayek bo min hat birrîn lê belê mixabin li Tirkiyê mafên mirovan tên binpê kirin, êşkence jî heye, bi awayekî tazî lêgerîn jî heye û li zindanan mafên girtiyan jî tên binpêkirin. Min ev rastî gotin. Gelo gotina van rastiyan şaşitiye?”

Gergerlîoglu herwiha diyar kir: “Li Tirkiyê pisrgirêka Kurd heye. Min jî got; Li Tirkiyê tê hewldan ku ev pirsgirêka Kurd bi xwîn, kuştin, pevçûn û hêsirên çavan were çareserkirin. Di hemû jiyana xwe de min her tim gotiye; tenê bi rêbazên dadwerane û aştiyane ev kêşe dikare bê çareserkirin. Gelo ev sûc e?”

Parlamenterê HDPê yê Kocaelîyê dibêje: “Bila herkes vê yekê baş bizanibe ku ez bi tu awayî stuyê xwe li hember vê zordariyê natewînim. Ez ê xwe bêdeng nekim û tu carî jî dev ji vê têkoşînê bernedim. Ji bo dinyayeke ku ne bi pênc qirûşan ez serê xwe li hember zordaran natewînim.”

Serepeyv