Sibat 22, 2021 09:53 Asia/Tehran
  • Dengê AKPê li parêzgehên kurdnişîn kêm bûye

Dengên Partiya serdest a Dad û Geşepoêdanê (AKP) ya Tirkiyê bi serokatiya Erdoxan li parêzgehên kurdnişîn ji sedî 7.9 kêm bûye.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Enistîtûya Lêkolînên meydanî yên siyasî û civbakî (Sosyo  Polotic Saha Araştırmal Merkezi), vê dawiyê rapirsînek li parêzgehên kurdnişîn ên Riha, Amed, Mêrdîn, Mûş, Bitlîs, Qers, Agirî, Çewlig (Bîngol) û Wanê û bajar û navçeyên ser bi van parêzgehan di nava 1507 Malan bi awayê huzûrî pêk aniye.

Di vê rapirsînê da weke pirsa yekem ji berpeyvan hatiye pirsîn ku "Bi nêrîna te pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê çî ye?". Sedî 61.4 ji bersivdêran qeyrana aborî û betalî, sedî 16.9 jî Meseleya Kurdan wek pirsgirêka bingehîn dane zanîn.

Li gorî vê rapirsînê, Sedî 31.8 ji bersivdêran, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wek baştirîn bijare jibo çareserkirina pirsgirêkên welêt dane zanîn.

Li gorî vê rapirsînê zêde ji nîvê şêniyên bajarên kurdnişîn, di bin bandora siyaseta rêveberiya nekêrhatî da ne.

Ev di halekî da ye ku tawanên siyasî yên Erdoxên li hin rêberên partiyên kurdan li Tirkiyê derbarê hevkariya tev şebekeya Fethullah Gulen û endamên PKKê di kêleka hin nakokiyên etnîkî û mezhebî bûne sebeb ku çalakên kurd li vî welatî rexneyên tund dijî dewleta niha hilêxînin.

 

Serepeyv