Hikûmeta Tirkiyê hewil dide vegere nava bernameya firokeyên F-35
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i324245-hikûmeta_tirkiyê_hewil_dide_vegere_nava_bernameya_firokeyên_f_35
Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê ji bo ji bernama firokeyên F-35 neyê derxistin li gel kompaniyekê li hev kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2021 20:05 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Tirkiyê hewil dide vegere nava bernameya firokeyên F-35

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê ji bo ji bernama firokeyên F-35 neyê derxistin li gel kompaniyekê li hev kir.

Kompaniya Arnold&Porter wê li beramberî 750 hezar dolaran lobiyê di sûda Tirkiyê de bike ji bo ku ew ji bernama F-35 neyê derxistin.

Ew kompaniya hiqûqê ku yek ji girîngtirîn kompaniyan e li Washingtonê, dê bo dema 6 mehan şêwirmendiya Tirkiyê bike.

Li aliyê din Wezareta Bereveniyê ya Amerîkayê (Pentagon) 8 firokeyên F-35 ku bo Tirkiyê hatibûn berhemanîn, dikire û di vê çarçovê de girêbesta li gel kompaniya berhemhêner jî hat guhertin.

Tirkiye Tîrmeha 2019an ji ber kirîna mûşekên S-400 ji bernameya firokeyên F-35 yên pêşketî hatibû derxistin ku gelek welat di wê bernamê de beşdar in.