Qedexeya xwepêşandan û çalakiyan li Colemêrgê heta 1ê Adarê hat dirêjkirin
Li parêzgeha Colemêrgê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan bo 15 rojên din jî heta 1ê Adarê hat dirêjikirin
Li bajarên kurdên Tirkiyê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Li parêzgeha Colemêrgê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê parêzgerê Colemêrgê ve hatiye belavkirin, ji 15ê Sibata 2021ê ve heta 1ê Adara 2020an, bo dema 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.
Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîpên serekî yên komarê, yekparçetiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li zêdetir belavnebûna Coronayê biryara qexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.
Çavkaniyên nûçeyan ên hêrêmî dibêjin di mijara qedexekirinên li bajarên kurdan de pandamya Koronayê ti bandoreke xwe tineye û bi tenê mesela ewlehî û siyasî bû sedem ku qedexeyên wiha werin bikaranîn. Pandemya Koronayê li gund û bajarên kurdan li Tirkiyê ti fukarek ji rayedarên tirk re çê nake, çawaku di warê lêdana vaksîna Koronayê de newekheviyek eşkera di navbera kurdan û tirkan dikeve berçavan.