Sibat 11, 2021 09:07 Asia/Tehran
  •  Senaya Amarîkayê banga zextê li dewleta Tirkiyê kir

Piraniya endamên herdu partiyên di senaya Amerîkayê de bang li rêveberiya Joe Biden kir ku zextê li dewleta Tirkiyê zêde bike.

54 endamên senaya Amerîkayê bi nameyekê ragihand ku serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan oposizyonê paşguh dike û çapemeniya rexnegêr bêdeng dike û rojnamevanan dixe zindanê û hemleyên li dijî dozgeriyên serbixwe pêk tîne.

Di peymana ku ji rêveberiya Biden re hatiye şandin, endamên senayê gotin: "Em dixwazin hûn ji Erdogan û rêvebiriya wî re piştrast bikin ku destdirêjiya li dijî dijberiya li hundir û derveyî welêt bi dawî bike û girtiyên siyasî serbest berde."

Di vê dawiyê de, dewleta Tirkiyê ku yek ji endamên NATO ye got ew dixwaze pêwendiyên bi Amerîkayê re ya  bi rêveberiya Biden re baştir bike.

Serepeyv