Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Sûdanê hevdu dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i323991-wezîrên_berevaniyê_yên_tirkiye_û_sûdanê_hevdu_dîtin
Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Sûdanê di hevdîtineke li Enqerê da derbarê hevkariyên leşkerî û ewlehî yên du welatan şêwirîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 10, 2021 14:40 Asia/Tehran
  • Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Sûdanê hevdu dîtin

Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Sûdanê di hevdîtineke li Enqerê da derbarê hevkariyên leşkerî û ewlehî yên du welatan şêwirîn.

Li gorî rapora rojnameya Erebi 21ê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, di hevdîtina Xulûsî Akar wezîrê berevaniyê yê vî welatî û Yasîn Ibrahîm yasîn hevpêşeyê wî yê sûdanî da, wan derbarê pêwendiyên dualî û hin mijarên navçeyî gotûbêj kirin.

Li gorî vê raporê, Xulûsî Akar li ser piştgiriya Tirkiyê ji Sûdanê û hewildana vî welatî jibo berfirehkirina hevkariyan di pêşeyên berevanî û fêrkirina leşkerî û pêwendiyên dostane yên du welatan teqezî kir.