Li Tirkiyê 98 kesên din bi Koronayê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i323965-li_tirkiyê_98_kesên_din_bi_koronayê_mirin
Li Tirkiyê 98 kesên din bi Koronayê mirin û nêzîkî 9 hezar kesên din jî pê ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 09, 2021 20:55 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 98 kesên din bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê 98 kesên din bi Koronayê mirin û nêzîkî 9 hezar kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Tirkiyê ragihand, di nav 24 saetên borî de 8 hezar û 636 kes li wî welatî bi Koronayê ketine.

Wezareta tenduristiya Tirkiyê her wiha da zanîn, ji duhî ve 98 kes jî bi Koronayê mirine.

Li gorî amarên hanê, di nav 24 saetên borî de zêdetirî 8 hezar kes jî baş bûne.

Ji destpêka peydabûna Coronavirusê heta niha li Tirkiyê zêdetirî 2 milyon û 500 hezar kes bi Koronayê ketine ku 2 milyon û 437 hezar baş bûne û nêzîkî 27 hezar kes jî mirine.