Artêşa Tirkiyê li navçeya Omeryan operasyon da destpêkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i323895-artêşa_tirkiyê_li_navçeya_omeryan_operasyon_da_destpêkirin
Li navçeya Omeryan ku dikeve nav sînorên bajarokên Masertê, Nisêbîn û Artuklu yên Mêrdînê yên herêmên kurdî li Tirkiyê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Tevî ku bi mehaneya Koronayê qedexeya hatûçûnê heye, lê careke din qedexeya derketina derve hat ragihandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 07, 2021 09:23 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê li navçeya Omeryan operasyon da destpêkirin

Li navçeya Omeryan ku dikeve nav sînorên bajarokên Masertê, Nisêbîn û Artuklu yên Mêrdînê yên herêmên kurdî li Tirkiyê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Tevî ku bi mehaneya Koronayê qedexeya hatûçûnê heye, lê careke din qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li gor zanyariyan li navçeya Omeryan ku dikeve nav sînorên bajarokên Masertê, Nisêbîn û Artuklu operasyona leşkerî hat destpêkirin. Walîtiya Mêrdînê derbarê operasyonê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku roja Yekşemê 7ê Sibata 2021ê ji saet 05:00ê berê sibehê ve ji ber operasyona leşkerî li herêmê qedexeya derketina derve tê ragihandin.

Li gor daxuyaniyê li gundên Kurika Çeto, Qurdîsê, Dara û Qesra Ehmed ên Artuklu, Xerabê Baba, Cinata Muho, Cinata Hiso, Qûzo û mezraya Kuşkayasi yên Nisêbînê û herwiha Haciya Masertê ji ber operasyona leşkerî qedexeya derketina derve tê cîbicîhkirin.