Daxwaza endamên Parlemana Ewropayê jibo azadkirina Selahedîn Demîrtaş
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i323766-daxwaza_endamên_parlemana_ewropayê_jibo_azadkirina_selahedîn_demîrtaş
Endamên partiyên mezin ên Ewropayê li Parlemana Ewropayê daxwaza azadkirina herî bilez a Selahedîn Demîrtaş kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 03, 2021 16:10 Asia/Tehran
  • Daxwaza endamên Parlemana Ewropayê jibo azadkirina Selahedîn Demîrtaş

Endamên partiyên mezin ên Ewropayê li Parlemana Ewropayê daxwaza azadkirina herî bilez a Selahedîn Demîrtaş kirin.

Komeke endamên Parlemana Ewropayê di nameyeke vekirî da daxwaza cihanîna hikmê azadiya Selahedîn Demîrtaş, siyasetmedarê kurd ê Tirkiyê ya dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji aliyê dewleta Tirkiyê va kirin.

Endamên Parlemana Ewropayê di vê namê da ji welatên endam xwestibûn ku dewleta Tirkiyê jibo cihanîna destûra dadgeha Mafên Mirovan a  Ewropayê derbarê azadkirina Selahedîn Demîrtaş bixin bin zextê.

Wan tawanên hilêxistî dijî Demîrtaş bê hecet dane zanîn û ragirtina wî li zindanê wek binpêkirina mafên mirovan dane zanîn.

Endamên Parlemana Ewropayê cihneanîna biryara dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jibo azadkirina Selahedîn Demîrtaş ji aliyê Tirkiyê va nemaze serokomar û wezîrê karên hundir ê Tirkiyê wek binpêkirina Mafên Mirovan û sebeba bêhitbarkirina vê dadgehê dane zanîn.