CHP:Ew îrade bi Erdogan re tuneye desturek nû çêbike
Sibat 03, 2021 05:03 Asia/Tehran
Li Tirkiye ji roja roj heta niha her demekî car carê behsa çêkirina desturek nû tê kirin. Lê tu cara ew destûra ku behs lê tê kirin nehatiye çêkirin û mijar heta demekî dibe babetek a gotubêjê û cardin tê girtin.
Niha cardin serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan da xûyakirin ku, eger mixalefet jî amade bibe em dikarin komisyonek hevbeş avabikin û li ser çêkirina destureke nû kar bikin. Emê ewilê bi şirîkê xwe re biaxêvin û piştre behsa projeya çêkirina destûrê bikin.
Bê guman ev daxûyaniya Erdogan di cih de rojev guhert û guhertina destûrê yan jî çêkirina destêrek nû bû babetek sereke di rojeva Tirkiye de. CHPê di cih de bersiva Erdogan da û got: Erdogan dixwaze rojevê biguhere. Ew îrade bi Erdogan re tuneye desturek nû çêbike.