Erdhejeke giran Îzmîra Tirkiyê hejand
Sibat 01, 2021 12:03 Asia/Tehran
Erdhejek mezin bi hêza 5.1 pileyê Rîxterê li parêzgeha Îzmîr a Tirkiyê pêk hat.
Li gor zanyariyan, îro destpêkê di saet 08:03 de erdhejek bi hêza 4.1 pileyê Rîxter li qezaya Karaburan a Îzmîrê ku dikeve ser Deryaya Egeyê çêbû.
Saziya AFAD a Tirkiyê daye zanîn, piştî erdheja yekem du erdhejên din bi hêzên 2.9 û 3 pileyê Rîxter li heman qezayê çêbûn.
Agahiyên dawî diyar dikin, erdhejeke din bi hêza 5.1 pileyê Rîxterê qezaya Karaburanê hejandiye, lê derbarê ziraran hêj ti zanyariyên fermî nehatine ragihandin.