Li Gimgima Mûşê ava germ hat dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i323588-li_gimgima_mûşê_ava_germ_hat_dîtin
Li Gimgima Mûşê ava termalê di ku 39 pîle germ e hat dîtin. Vê yekê hêviya tûrîzma termalê anî rojevê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2021 04:43 Asia/Tehran
  • Li Gimgima Mûşê ava germ hat dîtin

Li Gimgima Mûşê ava termalê di ku 39 pîle germ e hat dîtin. Vê yekê hêviya tûrîzma termalê anî rojevê.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Ava termalê bi gotineke din ava germ a xwezayî ji bo tenduristiya mirovan gelek muhîm e. Li cihên ku ev av tê dîtin turîzma termalê û karên serayê têne birêvebirin. Loma jî ev kişfa ku niha derketiye holê ji bo navçeyê girîng e.

Li herêma Kaladiza Gimgimê ev çar meh in Midûriteya Lêgerîn û Teknîka Medenê sondojan bi kar tîne. Di encamê de vê hefteyê rastî ava germ hatin ku di pîleya germa wê 39 e û di saniyeyê de 45 lître diavêje.

Qeymeqamê Gimgimê ku di heman demê de wekî qeyûm şandine ser şaredariyê gotiye, "Êdî li Gimgimê ji bo termal otel û karên serayê ava germ heye. Em îro bi vê kêfxweş bûne."

Hêjayî gotinê ye, li Çêrmûga Amedê jî ava termalê heye û cihek muhîm e. Bi dehan salan e li wir wekî tûrîzma termalê li wir kar dike.