Çile 22, 2021 19:53 Asia/Tehran
  • Parlamenterê AKPê Mîroglu: Joe Biden Kurd e û ji eşîra Birûkî ye!

Parlamenterê AKPê yê Mêrdînê, Orhan Mîroglu di derbarê Serokomarê Amerîkayê yê nû Joe Biden de îdiayek balkêş kir û ragihand, wî ji dostekî xwe yê Kurd bihîstiye ku “Biden ji malbateke Kurd û ji eşîreta Birûkî ye.”

Du roj di ser sondxwarina qanûnî ya Joe Biden û destbikarbûna wî weke 46mîn Serokê Amerîkayê re derbas bûne, tevî ku li tevahiya cîhanê serokatiya Biden bi baldarî tê şopandin, li Tirkiyê ew şopandin hinekî zêdetir tê xuyakirin.

Parlamenterê AKPê yê Mêrdînê li ser hesabê xwe yê Twitterê, têkildarî Joe Biden îdiayeke seyr û exêb belav kiriye.

Orhan Mîroglu di twittekê de ragihandiye, ji dostekî xwe yê Kurd bihîstiye ku Biden ji malbateke Kurd û ji eşîreta Birûkî ye.

Mîroglu nivîsiye: “Çend roj berê ez bi dostekî xwe yê Kurd re axivîm, piçeke zehmet be mirov pê bawer bike jî, ne zehmet e mirov armanca wî fêm bike, hinek dibêjin navê Biden yê rasteqîn Cimoyê Bahattîn Axa ye! Ji malbateke Kurd ya ku ji Erîwanê koçî Amerîkayê kiriye tê û bi eslê xwe ji eşîreta Birûkî ye!”

Tirkiye bi dilgiranî û baldarî serokatiya Biden dişopîne û hikûmeta Tirkiyê ji wê yekê dilgiran in, ku di serdema serokatiya Biden de pirsgirêkên navbera Enqere û Waşîngtonê zêdetir bibin.

Her têkildarî van dilgiraniyên Tirkiyê, berbijarê Biden bo Wezîrê Derve yê Amerîkayê di daxuyaniyekê de rexne li Tirkiyê girtiye û ragihandiye, Tirkiye weke hevpeymaneke Amerîka û NATOyê tevnagere.

Pêştir dîmenên vîdoyî yên civîneke Joe Biden di medyayê de hatibû belavkirin, ku têde Biden rexneyên tûj li Erdogan û siyasetên wî digire û dibêje, divê hewl bê dayîn Erdogan bi alîkariya partiyên opozisyonê û Kurdan ji desthilatê bê dûrixstin.

Serepeyv