Çile 20, 2021 23:42 Asia/Tehran
  • Atînayê nerazîbûnê nîşanî bêdengiya Almanyayê ya li dijî Tirkiyê da

Parlementerê Yewnanistanê û Wezîrê Karên Derve yê berê Dora Bakoyanî ji ber bêdengiya Almanyayê ya li hemberî gefên hikumeta Tirkiyê xwest bila Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heiko Maas daxuyaniyekê bide.

Li gorî nûçeya Eûractîvê parlementerê partiya Demokrasiya Nû (PPE) gotiye; “Welatekî derveyî Yekîtiya Ewropayê heke gefan li welatekî endam bixwe û Wezîrê Karên Derve (Almanya) yê vî welatî bersivê nede, ev ne tiştekî mantiqî ye.”

Maas di 18’ê Çileyê de di serdana xwe ya Enqerê de derbarê aloziya li Rojhilatê Behra Spî bi rayedarên Tirkiyê re rûniştibû. Di dema civîna çapemeniyê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglû diyar kiribû heke Yewnanistan hevkariyê neke, wê Atîna bibe berpirsê aloziya di navbera her du welatan de.

Heiko Maas bersiv nedabû gefa Tirkiyê û ev tişt li Yewnanistanê bûbû sedema nerazîbûnê.

Bakoyannî jî got ku; “Heke Heiko Maas ji gotinên Çavûşoglû fêm kiribe û bêdeng mabe, em xwediyê vî mafî ne ku diyar bikin nûnerekî Ewropayê nikare bertekeke xurt nîşan bide.”

Serepeyv