Xalîçeyên li quntarê Çiyayê Agiriyê tên çêkirin malên Japoniyan dixemilînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i323177-xalîçeyên_li_quntarê_Çiyayê_agiriyê_tên_çêkirin_malên_japoniyan_dixemilînin
Xalîçeyên ku jinên malan çêdikin bi destê Zanîngeha Îdirê û şirketekê va difroşin Japonyayê
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 14, 2021 06:01 Asia/Tehran
  •  Xalîçeyên li quntarê Çiyayê Agiriyê tên çêkirin malên Japoniyan dixemilînin

Xalîçeyên ku jinên malan çêdikin bi destê Zanîngeha Îdirê û şirketekê va difroşin Japonyayê

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya ajansa Anatoliyê (AA), Li Îdirê bi hevkariya Zanîngeha Îdirê û Midûriya Saziya Kar (ÎŞKUR) projeyek tê meşandin ku jinên beşdarî vê xebatê bûne xalîçeyan çêdikin û ew îxracî Japonyayê dibin.

Li bajêr kampusa Karaagaçê ya zanîngehê ya ku li quntarê Çiyayê Agiriyê hatiye avakirin jin xalîçeyan çêdikin, şirketeke bi zanîngehê ra hevkariyê dike jî wan difroşe Japonyayê.